Wext hat, Padîşahiya Xwedê nêzîk bûye; tobe bikin û baweriya xwe bi Mizgîniyê bînin!

Marqos 1:15

TOBE BIKIN

Hemûyan guneh kir û ji rûmeta Xwedê bêpar man.

Romayî 3:23

GUNEH

Çimkî meaşê ku guneh dide, mirin e; lê diyariya Xwedê, bi Xudanê me Mesîh Îsa jiyana herheyî ye.

Romayî 6:23

MIRIN

lê belê Xwedê hezkirina xwe ya ji me bi vê kifş dike ku hê em gunehkar bûn, Mesîh ji bo me mir.

Romayî 5:8

HEZKIRIN

Çimkî hûn bi riya baweriyê, bi keremê xilas bûn û ev ne ji we ye, diyariya Xwedê ye. Ev ne ji kirinan e, da ku tu kes pesnê xwe nede.

Efesî 2:8-9

BAWERÎ

Eger tu bi devê xwe eşkere bikî ku Îsa Xudan e û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye, tê xilas bibî. Çimkî ji bo rastdariyê bi dil tê bawerkirin û ji bo xilasbûnê jî bi dev tê eşkerekirin.

Romayî 10:9-10

JIYAN

Nexwe eger yek di yekîtiya Mesîh de be, ew afirînekî nû ye; tiştên kevin derbas bûn û çûn, va ye, yên nû çêbûn.

2 Korîntî 5:17

NÛ DI MESÎH DE